Endamên NY'yê li ser mijara mafê jinan rawestiyan

  • 10:13 2 Cotmeh 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 170'yî zêdetir welatên endamên NY'yê soz dan ku li ser mijara mafê jinan ew ê zêdetir hewl bidin.
 
Li paytexta Çînê Pekînê bi wesîleya salvegera Deklarasyona Pekînê ya Neteweyên Yekbûyî ku 1995'an li konferansê hatibû qebûlkirin, civînek hat lidarxistin. Ji ber hêla koronayê civîn bi rêya konfera dîtbar çêbû, nûnerên welatan ên ku tevlî konferansê bûn soz dan ku li ser mijara mafê jinan zêdetir hewl bidin.
 
Di civînê de Serokdewletê Komara Gel a Çînê Xî Jînpîng soz da ku welatê wî 10 milyon dolara alîkariya darayî bi Yekîneya Jinê ya NY'yê (UN Women) re bike, û ragihand 2025'an ew hazir in ku malxweyitiyê li civîna navnetewî ya li ser wekheviya zayendê û xweseriya jinan bikin.
 
Di civînê de Wezîrê Perwerdehiyê ya DYE'yê jî got Çîn, Wenezûela, Kuba û Îran hurmetê nadin mafê jinan. Wezîr got ji ber polîtîtîkaya yek zarokî ya Çînê bi milyonan pitik ji ber ku keçik bûne ji hêla malbatê ve hatine kuştin.