Piştî Vîrusa Koronayê ew ê ji nêviyê cîhanê zêdetir xizanî çêbibe

  • 11:12 9 Nîsan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - NY'ê diyar kir ku piştî Vîrusa Koronayê ew ê ji nêviyê serjimara cîhanê bêtir xizanî çê bibe. 
 
Neteweyên Yekbûyî (NY) anî ziman ku ji ber encamên aboriyê yên ji rûyê Vîrusa Koronayê de ew ê li cîhanê xizanî zêdetir bibe. Her wiha hat gotin ew di navbera 400 û 500 milyon kesî de xizanî pêk were. 
 
'Ew ê qeyrana aboriyê ji ya tenduristiyê bêtir be'
 
Li gor rapora akademisyenên Zanîngeha Avusturyayê ya Navneteweyî û ya Kings College ya Londonê ya NY'ê anî ziman ku ew ê ji ber vîrusê xizanî zêde bibe. Yek ji amadekarê raporê Christopher Hoy got:"Ew ê qeyrana aboriyê ji ya tenduristiyê bêtir be."