Piştî Vîrusa Koronayê ew ê ji nêviyê cîhanê zêdetir xizanî çêbibe 2020-04-09 11:12:00   NAVENDA NÛÇEYAN - NY'ê diyar kir ku piştî Vîrusa Koronayê ew ê ji nêviyê serjimara cîhanê bêtir xizanî çê bibe.    Neteweyên Yekbûyî (NY) anî ziman ku ji ber encamên aboriyê yên ji rûyê Vîrusa Koronayê de ew ê li cîhanê xizanî zêdetir bibe. Her wiha hat gotin ew di navbera 400 û 500 milyon kesî de xizanî pêk were.    'Ew ê qeyrana aboriyê ji ya tenduristiyê bêtir be'   Li gor rapora akademisyenên Zanîngeha Avusturyayê ya Navneteweyî û ya Kings College ya Londonê ya NY'ê anî ziman ku ew ê ji ber vîrusê xizanî zêde bibe. Yek ji amadekarê raporê Christopher Hoy got:"Ew ê qeyrana aboriyê ji ya tenduristiyê bêtir be."