Zarokên di bin xaniyê hat xwarê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

  • 13:01 5 Nîsan 2020
  • Cîhan
AMED - Du zarokên ku di bin karesata xaniyê hat xwarê de man, hatin definkirin. 
 
Li Gundê Bare yê navçeya Çinar a Amedê mala malbata ji 10 kesan pêk tê, di saetên şevê de hilweşiya û 8 zarok bi dayîk û bavê xwe ve dibin hilweşandinê de mabûn. Welatiyên gund, 10 ferdên malbatê ji bin xirbeyan derxistibûn û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û ji wir jî sewqî nexweşxaneyên cuda yên Amedê hatibûn kirin.
 
Du xwişk û birayên hev Guneş Demîroglû ya 14 salî û Dîndar Demîroglû yê 15 salî jiyana xwe ji dest dabûn. Du xwişk û birayên hev piştî wacîbên olî li goristina gund hatin definkirin.
 
Li aliyê din, ferdên malbatê yên birîndar bûbûn, li nexweşxayên cuda hatin dermankirin û ji nexweşxaneyan hatin derxistin.