Li cîhanê ji ber koronayê 47 hezar û 250 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 15:00 2 Nîsan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên dawî heta niha ji ber şewba vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê 47 hezar û 250 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 936 hezar û 436 kes jî bi şewba vîrûse ketine. 
 
Li tevahiya cîhanê şewba vîrûsa koronayê roj bi roj belav dibe û hêjmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Heta niha ji ber şewbê li tevahiya cîhanê 47 hezar û 250 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 936 hezar û 436 kes jî bi şewba vîrûse ketin. 185 hezar kesên bi şewbê ketibûn jî baş bûn. 
 
Li welatê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) kesên bi bi şewba vîrûsê ketin 200 hezar derbas kir û 4 hezar û 500 mirin. Li Tirkiyeyê ji hêjmara miriyan derket 277 kesan. 15 hezar û 679 kes jî bi vîrûsê ketin. Li Tirkiye di nava kesên bi vîrûsê ketin de 601 xizmetkarên tenduristiyê ne.