Li cîhanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 30 hezar derbas kir

  • 13:09 29 Adar 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Cîhanê ji ber Vîrusa Koronayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 30 hezar derbas kir. Kesên bi Vîrusa Koronayê ketine jî gihaşt 664 hezar kesî.
 
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Vîrusa Koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan gihaşt 30 hezar û 891'an. Sîteya înternetê ya "Worldometers" jî anî ziman ku ji 29'ê Adarê şûnde kesên bi Vîrusa Koronayê ketine hejmara wan bûye 664 hezar û 621 kesî. 
 
Pêşvçûnên cîhanê yên 24 saetên dawî bi vî rengî ye:
 
Tirkiye di dora 14'emîn de ye
 
Wezîrê tenduristiyê diyar kir ku kesên li Tirkiyeyê bi Vîrusê ketine bûye 7 hezar û 402 kes û kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane derketiye 108 kesî. Tirkiye di navbere 200 welatî de di dora 14'an de ye.