Bîlançoya vîrûsa koronayê: 27 hezar û 367 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 10:57 28 Adar 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku li tevahiya cîhanê bi virûsa korona ketine derket 597 hezar û 407, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî, gihîşt 27 hezar û 367’an. 133 hezar û 373 kesên bi korona ketibûn jî, baş bûne.
 
Hejmara qurbaniyên virûsa Korona ku li Çînê dest pê kir û li tevahiya cîhanê belav bû, her ku diçe zêdetir dibe. Heta niha li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi virûsê ketine derketiye 597 hezar û 407’an, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bûye 27 hezar û 367.
 
Li Îtalyayê ku windahiya mirovan herî zêde lê tê dîtin, heta niha 9 hezar û 134 kesan jiyana xwe ji dest daye. Piştî Îtalyayê welatê herî zêde mirovan jiyana xwe ji dest daye Îspanya ye. Li vî welatî jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 5 hezar û 138.
 
Li çend welatên din hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
 
Çîn: 3 hezar û 295
 
Îran: 2 hezar û 378
 
Fransa: Hezar û 995
 
Amerîka: Hezar û 701
 
Birîntanya: 759
 
Hollanda: 546
 
Almanya: 351
 
Belçîka: 289
 
Hejmara kesên ku ji virûsê hatine xilaskirin jî derket 133 hezar û 373’yan.
 
Hejmara hezî zêde ya kesên bi koronayê ketine li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 24 saetên dawî de ji 85 hezar û 604’an derket 104 hezar û 205 kesan. Piştî DYA’yê hejmara herî zêde ya kesên bi korona ketine li Îtalya, Çîn û Îspanya tê dîtin. Li Îtalyayê 86 hezar û 497 kes, li Çînê 81 hezar û 394 kes, li Îspanyayê 65 hezar û 719 kes bi korona ketine.