Bîlançoya îro ya vîrûsê: 16 hezar û 562 kesî jiyana xwe ji desta dan

  • 10:54 24 Adar 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî cîhanê heta niha ji ber vîrûsa korona 16 hezar û 562 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 381 hezar û 786 kes jî pê ketine.
 
Bîlançoya vîrûsa korona her ku diçe giran dibe. Li gorî daneyên nû ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, li seranserî cîhanê heta niha ji ber vîrûsa korona 16 hezar û 561 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 381 hezar û 786 kes jî pê ketine û 101 hezar û 812 kes jî rewşa wan a tenduristiyê baş bûne.
 
Bîlançoya herî giran a Îtalyayê ye. Heta niha li wir 6 hezar û 77 kesan jiyana xwe ji dane. 63 hezar û 927 hezar kes jî pê ketine.
 
Piştî Îtalya û Çînê Spanya tê, li Spanya  2 hezar û 311 kesî jiyana xwe ji dest dane.
 
Îran jî di rêza çaremîn de cihê xwe digire. Heta niha li Îranê hezar û 812 kesan jiyana xwe ji dest dane û 23 hezar û 29 kes pê ketine.
 
Li Fransayê ji 862 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 20 hezar kes pê ketine.