'Li Efrîkayê pergala tendiristiyê dibe ku hilweşe'

  • 12:52 21 Adar 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) got li parzemîna Efrîkayê virûsa korona dibe ku pergala tenduristiyê hilweşîne.
 
Dîrektorê Giştî yê WHO'yê diyar kir ku parzemîna Efrîkayê, ya ku hejarî lê serdest e û xwedî pargaleke qels a tenduristiyê ye divê, ''xwe ji ya herî kambax re hazir bike.''
 
Dîrektorê Herêmî ya Efrîkayê yê WHO'yê jî destnîşan kir ku li Komara Efrîkaya Başûr jî, ku pergala wê ya tenduristiyê li gorî welatên din baştir e, wê zehmetî çêbibin, bal kişande ser wê ku kapasîteya nivînan ya nexweşxaneyan kêm e û ji bo ku xizmeta tenduristiyê hilneweşe wê tevdîr bên girtin.