Li cîhanê 10 hezar kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da

  • 16:16 20 Adar 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserî cîhanê heta niha ji ber vîrûsa korona 10 hezar û 48 kes jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 245 hezar û 996 kes jî bi nexweşiyê ketine. 
 
Li gorî daneyên nû ya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, li seranserî cîhanê heta niha ji ber vîrûsa korona 10 hezar û 48 kes jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 245 hezar û 996 kes jî pê ketine û 88 hezar û 465 kes jî baş bûne. 
 
Îro heta seat 10.00’an 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û hezar û 136 kes pê ketîbûn. Ji vane 10 kesan li Emerîka jiyana xwe ji dest dane û 577 kes pê ketine.
 
Welatê herî bi bandor dibe Îtalyaye. Heta niha 3 hezar 405 kesan li Îtalya jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 80 hezar û 967 kes pê ketine.
 
Heta niha li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî 192 kes pê ketine. Her wiha 13 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.