Li Arjantînê çalakiya jinan encam da: Kurtaj tê qanûnîkirin

  • 10:49 2 Adar 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Arjantînê piştî çalakiyên jinan serokê dewletê, ji bo kurtaja berî bi sed salî hatibû qedexekirin bê qanûnîkirin diyar kir ewê pêşnûme qanê bide.  
 
Li Arjantînê çalakiyên jinan encam dan. Serokê Dewleta Arjantînê Alberto Fernandez, diyar kir ku ji bo kurtaj bê qanûnîkirin ew ê pêşnûmeqanûnê bide. Albeto diyar kir ku li Arjantînê kurtaj berî bi sed salî hatiye qedexekirin lê hin caran jinan jiyana xwe kiriye xeterê û li cihên veşarî kurtaj kirin. Alberto Fernandez di berdewamiyê de wiha got: "Di 10 rojên pêşiya me de, di destpêka ducanîbûnê de ji bo ku kurtaj bê qanûnîkirin û jin bikaribin xwebigihînin pergala tendirustiyê em ê pêşnûmeqanê pêşkêş bikin."
 
Li Arjantînê li gel ku çalakiyên jinan ên derbarê mijarê de berdewam dikin, di sala 2018'an de jî jinan pêşnûmeqanûna  ji bo jin bikaribin di dema ducanîbûna xwe ya 14 hefteyî de kurtajê bikin red kiribûn.  Li Arjantînê niha tenê di ducanîbûna di encama tecwizê de û dema ku jiyana dayikê di xeterê de be ji bo kurtajê destûr tê dayîn.