Li Îranê hejmartina dengan didome

  • 12:37 22 Sibat 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel hilbijartina parlamentoya Îranê çend caran hate dirêjkirin, hîn rêjeya beşdarbûnê nehatiye eşkere kirin. Lê encamên hilbijartina li çend herêman hat aşkere kirin û pêvajoya hejmartina dengdanê didome.  
 
Li Îranê hilbijartina ji bo parlamentoyê duh pêk hat. Li 208 herêman gel çû ser sindoqan. Hilbijartin duh di saet 08.00’an de dest pê kir. Li gorî daneyên dawî yên rayedarên Îranê, 57 milyon û 918 hezar kesan mafê dengdanê heye. Ji vane 29  milyon û 39 hezar kes mêrin û 28 hezar û 879 hezar jin in. Li 31 parêzgehên Îranê deng hatin dayîn. 
 
Li Rojhilatê Kurdistanê piraniyên aliyên Kurd ên mûxalefet hilbijartin boykot kirin. Şeva borî di saet 11.30’an de piştî ku çend caran pêvajoya hilbijartinê hate dirêjikirin, dengdan bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir. Li gorî ragihandina fermî ya Îranê, hejmartina dengan, heta niha li 208 herêmên dengdanê ji sedî 55 deng hatine hejmartin. Lê heta niha ji aliyê Desteya Çavdêriyê ve encam nehatine erêkirin.
 
Heta niha Wezareta Hundirîna Îranê derbarê rêjeya beşdarbûna hilbijartinê de tu agahî nedane. Lê, ajansa nêzik Artêşa Îranê, ragihandiye ku li Tehranê rêjeya beşdarbûnê ji sedê 30 û li seranserî Îranê nêzîk ji sedê 40 bû. Lê, daneyên nefermî destnîşan dikin ku rêjeya beşdarbûna li Tehranê ji sedê 15 û li seranserî Îranê ji sedê 20 heta 25 e. Bi giştî rêjeya beşdarbûnê ji sedê 20 tê destnîşankirin.
 
Her wiha çapemeniya Îranê, namzetên ku bi lîsteya ‘Yekgirtina neteweyî’ beşdar bibûn, li Tehranê ji serokê lîsteyê Mihemed Baqir Qalîbav û Fermandarê berê yê polîsan a Tehranê û Serokê berê yê şaredariya Tehranê herî zêde deng anîne.
 
Berdevkê Navenda Hilbijartinên Îranê Îsmaîl Musewî ji ragihandina Îranê re eşkere kir ku hewl didin ku heta saetên êvarî encama hilbijartina bajarên biçûk eşkere bikin û encamên hilbijartina bajarên mezin jî sibe eşkere bikin.