Li Îranê 76 ziman hene: Ji van 25 ziman metirsiya ji holê rabûnê li sere

  • 10:08 22 Sibat 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê gelek neteweyên cuda lê dijîn, tenê fermiyeta zimanê farisî heye, tevî ku di destûra bingehîn a Îranê de, destûra perwerdeyê bi zimanên din hatiye dayîn, lê ji ber siyaseta netewperestî heta niha ev qanûn pêk neaniye û qedexe li ser zimanên din heye.
 
Piştî ku di sala 1639’an de li gorî peymana Qesra Şirîn hinek xaka di bin destê Împeratoriya Sefewiyan de ango beşek Kurdistna û Îranê kete destê Osmaniyan û di salên 1813 û 1828’an de beşek ji xaka di bin destê paşatiya Qacaran bi peymanên Gulistan û Tirkmança dan Rûsyayê, her wiha  di sala 1857’an de li gorî peymana Parisê (Di navbera Îran û Brîtanyayê) hinek xaka din a di bin destê Qacaran kete destê Brîtanyayê û kete li ser xaka Afganistanê, tevî hemû hewildanên gelan ên ji bo bi destxistina mafên xwe çend netewe di nava coxrafiya siyasî ya Îranê de man.
 
Ji derveyî neteweya faris neteweyên din ên niha di bin desthilata dewlet-neteweya Îranê de mane evin, Azerî (Tirk), Kurd, Beluc, Ereb, Mazenî, Gîlek, Tatî, Tirkmen, Ermenî, Aşûr û Keldanî ne. Her yek ji van neteweyan xwedî ziman û nasnameya xwe ne. Lê, ji aliyê Îranê ve mafê wan ê etnîkî, ziman û çandê bi fermî nehatiye naskirin. Herwiha ji ber sedema siyaseta neteweperestî û çewisandinê ya desthilata Îranê û înkarkirina mafê wan neteweyan, tevî ku di madeya 15 û 19’an a destûra bingehîn a Îranê qala mafê perwerdeya ji derveyî zimanê farisî hatiye kirin jî, lê heta niha qedexe li ser zimanên dine. Ji ber qedexeyê aktîvîstên ziman rastî zextan  tên û tên girtin.
 
Xala 15’an a destûra Îranê
 
Li gorî madeya 15’an destûra Îranê ziman û rênivîsa fermî ya hevbeş a xelkê Îranê farisî ye. Divê nivîsên fermî vî ziman û rênivîsê were nivîsandin. Lê, bikaranîna zimanên xwecihî û etnîkî di çapemenî û perwerdeya edebî de li dibistanan li gel zimanê farisî azad e. Li gorî xala 19’an, xelkê Îranê diwarê qewim û qabîleyan de mafê wekheviyê heye. Reng, nîjad, ziman û tiştên din nabe sedema serdestiyê.
 
Her çiqas ev qanûn li ser kaxezê heye, lê desthilata Îranê qet li ber çavan negirtiye û pê kar nekiriye. Li gorî serjimariya dawî ya dewleta Îranê ku 2016’an de pêk hat, hejmara giştî ya şêniyên Îranê 79 milyon û 926 hezar û 270 kes bûn ku dibe ku niha 81 milyon derbas kirîbe.
 
Li gorî daneyên Îranê parvekirine, (ku cihê gumanane) ji sedî 50’ê farisî , ji sedî 17 Tirk, ji sedî 16 Kurd, ji sedî Gîlekî û Mazenî, ji sedî 2 ereb, ji sedî 2 Talişî û ji sedî 1 Tatî û ji sedî yek yên din, şêniya Îranê pêk tînin. Ji derveyî zimanê farisî ku zimanê fermî yê Îranê ye, zimanê Kurdî, Azerî, Belucî, Erebî, Mazenî, Gîlekî, Tatî ji ber sedema ku axaftvanên wan zêdene, çend zimanên din li Îranê metirsiya ji holê rabûnê li sere.
 
Li Îranê 76 ziman hene
 
Li gorî daneyên dawî yên UNESCO’yê li Îranê bi giştî 76 ziman hene û tên axaftin. Ji vane 24 heta 25 ziman metirsiya tunebûn û nemanê li sere. Ew zimanên ku li Îranê metirsiya tinebûnê li ser in ev in; Beşagerdî, Farisîhud (Zimanê cihûyên Îranê) Gazî, Goranî (Zimanê baweriya Yarsan) Xelecî, Tirkiya xwarsanî, Xwansarî, Kereşî, Eçumî, Mendayî, Netenzî, Naînî, Simnanî, Senaya, Seywendî, Sewî, Talişî, Tatî, Wefsî, Behdînanî (zimanê Zerdeştiyên Îranê) Kuruşî, Cidî û Gezî ne. 
Ji derveyî vane, zimanê Eremeniyan, Aşûriyan, Keldaniyan û zimanê Romiyan li Îranê ji ber ku hejmara axaftinvanên wan kême, nebûna fermiyetê û di warê nivîs û wêjeyê de nayên bi karanîn, metirsiya nemanê li sere. Li gorî daneyên UNECSO heta niha li Îranê zimanê ‘Leşan Dedan’ ku zimenek aramiye û zimanê Hulalula ji holê rabûne û tu kes naxivin. (Rojnews)