Li Iraqê 379 jin dawî li jiyana xwe anîn

  • 10:20 18 Sibat 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor îstatîstîkeke li gelemperiya Iraqê herî zêde li Kerkûkê xwekuştin û hewldanên xwekuştinê pêk tên. Li gorî îstatîstîkê 379 jin û 346 mêr dawî li jiyana xwe anîne. 
 
Li gelemperiya Iraqê derbarê xwekuştin û hewladên xwekuştinê de îstatîstîkek hat derxistin Li gorî îstatîstîkê herî zêde li Kerkûkê bûyerên xwe kuştinê pêk hatine. Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan a Iraqê ragihand ku sala borî li Iraqê 725 bûyerên xwekuştinê û hewldanên xwekuştinê rû dane. Bajarê Kerkûkê jî bi 106 bûyeran di serî de ye. Her wiha li gor vê îstatîstîkê di van 725 bûyerên xwekuştinê de 346 kes mêr û 379 kes jî jin in. 
 
Bajarê Kerkûk di aliyê petrolê de ku yek ji bajarên herî dewlemend ê cîhanê ye jî destwerdana welatan û dagirkeriyê wer lê kiriye, gel di nav rewşeke herî xerab de bijî. Têkildarî vê îstatîstîkê ku li Iraqê herî zêde bûyerên xwekuştinê li vî bajarî çêdibin, aktîvîsta mafên mirovan Sirûd Ehmed diyar kir ev bûyer bandora xwe rewşa siyasî, civakî, nebûna derfetên kar û gendeliyê digirin û got, “Ev bandorê li malbatan dike û xelk li hember vê rewşê bêhêvî ye.”
 
'Divê planeke hikûmetê hebin'
 
Sirûd Ehmed daxwaz kir ku li hember vê planeke stratejîk a hikûmetê hebe û wiha axivî: “Li vî bajarî bûyerên xwekuştinê herî zêde ne. Pêwîst e li xwendingehan têkildarî mijarê hişyarî bên kirin û ji bilî vê jî ragihandin-çapemenî der barê vê mijarê de xwedî bername be.”
 
'Alîkariyê nadin zarokên keç'
 
Çalakvana sivîl Şoxan Emer jî bal kişand ku sedemên xwekuştinê pir in, ev meh bi meh zêde dibin û wiha dom kir: "Îsal ji sala borî zêdetir bûn. Malbat alîkariyê nadin zarokên xwe yên keçan û jihevcudan zêde ne. Ev hemû sedem in û ya herî zehmet jî pirsgirêka civakî ye. Li xwendingehan nebûna lêkolînvanên civakî yek ji van sedeman e. Pêwîste civak û ferdên malbatê hevkariya hevdu bikin û di nav malbatê de zarokên keç neyên tehdîdkirin.”
 
'Malbat bi pirsgirêk in'
 
Parêzer Çîmen Ehmed jî bal kişand têkildarî meseleyên civakî dadgeh piştgiriya jinan nakin û wiha got: “Ev dihêle fikar û xemên jinan zêdetir bibin. Her wiha dema stargehek jî nebe, ew jin ber bi hewldana xwekuştinê ve diçin. Iraqê heta niha yasaya astengkirina tundûtûjiya di nav malbatê de nepejirandiye.”
 
Çîmen axaftina xwe wiha domand: “Xwekuştin weke sûcên reş tên binavkirin. Ji ber rewşeke wer heye, kesek dema ji aliyê malbatê ve tê kuştin, li dadgehê tê gotin ku xwekuştiye! Yan jî kesên dikevin nav hewldana xwekuştinê û rizgar dibin, li nexweşxaneyan di dema wergirtina nivîsa têkildarî wan de hincetên curbicur tên nîşandan. Lewma divê dadgeha taybet û yasa hebin, ji ber pirsgirêk bi piranî malbat in.” (ROJNEWS)