Ji hilbijartina Îranê re 4 roj man

  • 13:09 17 Sibat 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 4 roj man ji hilbijartinê re. Serlêdana 6 hezar û 800 kesan hat redkirin. Li rojhilatê Kurdistanê gelek serledana namzetan hatin redkirin. 
 
Li Îranê di 21’ê Sibatê de wê hilbijartina serdema 11’an a parlementoyê were kirin. Ji bo hilbijartinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serlêdana gelek kesan hat redkirin. Hat diyarkirin ji nav 290 reformîstan bi tenê serlêdana 230 kesan hatiye qebûlkirin.
 
Di hilbijartinê de wê 55 milyon kes dengê xwe bidin. Ji bo endamtiyê 14 hezar kesan serlêdan kirin lê Konseya Parastina Destûra Bingehîn endamtiya gelek kesan red kir. Hat diyarkirin ku endamtiya 6 hezar û 800 kesan hatiye redkirin û reformîstan diyar kirin ku ji sedî 90'î van namzetan, namzetê wan bûne.
 
Di hilbijartinê de kotaya 29 parlementeran ji Rojhilatê Kurdistanê de heye. Ji bo hilbijartina 29 parlementeran serlêdana 354 namzetan hat qebûlkirin. Li Sinê ji bo 6 kursiyan 246 kesan serlêdan, 14 jê di dema serlêdanê de û 140 kes jî piştî lêpirsînê serlêdana wan hate redkirin. Li Kirmaşanê 281 kesan serlêdan kirin û namzetiya 189 kesan hat redkirin. Li Îlamê jî ji bo 3 kursiyan 131 kesan serlêdan kirin û serlêdana 94 kesan hat redkirin. Li Ûrmiyeyê jî ji bo 12 kursiyan 531 kesan serlêdan kirin û serlêdana 398 kesan hat redkirin. Li Ûrmiyeyê serlêdana Kurdan qet nehate qebûlkirin û ev jî polîtîkaya Îranê ya li ser Kurdan diyar dike.
 
Meclîsa Çavdêriyê ya Îranê îdîa kir ku 9 hezar kes ne di asta serlêdanê de ne, 7 hezar namzetan îtîrazî vê biryarê kirin. Li Îranê ji ber qanûnan partî nikarin têkevin hilbijartinê, bi tenê piştgirî ji bo namzetan tê diyarkirin. Mafê partiyan hene ku wekî eniyê têkevin hilbijartinê.
 
Li Îranê 8 partî bûn yek û wê wekî eniyê têkevin hilbijartina 4 roj şûnde. Hate diyarkirin ku ev enî wê bi navê ‘Koalîsyona Îranê’ têkeve hilbijartinê. Di vê koalîsyonê de partiyên reformîst hene.