Kesên ji ber Vîrusa Korona jiyana xwe ji dest dan gihaşt 637'an

  • 12:33 7 Sibat 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêde dibe. Heta niha ji ber vîrûsê 637 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha zêdetirî 31 hezar kes ji bi vîrûsê ketine.
 
Bîlançoya Vîrusa Korona ya ku li bajarê Vûhan yê Çînê derket holê û li tevahiya welat belav bû roj bi roj giran dibe.
 
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Çînê ji ber vîrûsê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 637. Her wiha hate gotin hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê ketine gihaştiye 31 hezar û 161 kesî. Tê gotin li eyaleta Hubei nêzî 50 milyon mirov, ji cîhana derve re bê agadar mane.
 
Piştî welatê Çînê herî zêde li Japonyayê welatî bi nexweşiya Vîrusa Koronayê ketine.