IFJ: di sala 2019'an de 49 rojnameger hatin qetilkirin

  • 12:48 5 Sibat 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - IFJ'ê diyar kir ku di sala 2019'an  de li cîhanê 49 rojnameger hatine qetilkirin.
 
Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) derbarê rwşa Rojnamegaran a cîhanî ya sala 2019'an de raporek weşand. Di raporê de Meksîka ya ku di sala borî de 10 rojnameger lê hatin qetilkirin ji bo rojnamegeran wekî welatê herî  xeter hat nîşandan. 
 
Li gorî raporê, di sala 2019'an de li Amerîkaya Başûr 18, li  welatên Asyaya Pasîfîk 12, li Afrîkayê 9, li Rojhilata Navîn û welatên ereban 8 û li Ewropayê jî du rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane.
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku zext, êrîş û kuştina rojnamegeran tenê li welatên ku şer li wan heye pêk nayê û  rojnamegerên hatine qetilkirin herî zêde yên li çapemeniya xwecihî dixebitin e. 
 
Federasyonê diyar kir ku herî zêde rojnamegerên ku bûyerên hêza erkdariya paşguh dikin, nelirêtî û sûcên din dişopînin bi tundiyê re rûbirû dimînin.