Ji ber şerê li Lîbyayê dibe ku krîza penaberan pêk were

  • 10:49 3 Sibat 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji nivîsên di navbera saziyên Yekitiya Ewropayê de tê diyarkirin, dibe ku krîzeke penaberan pêk were. Li gorî Yekitiya Ewropayê ji ber şerê navxweyî yê li Lîbyayê dibe ku li Behra Spî drameke mirovahiyê pêk were.
 
Di sala 2015’an de ji ber ku Tirkiyeyê deriyê xwe yê sînor ê li Bûlgaristan û Yewnanistanê vekiribû, piraniya wan ji Sûriye, Iraq û Efganistanê bi deh hezaran penaberan xwestibûn berê xwe bidin Ewropayê. Ligel ku Elmanyayê deriyê xwe ji penaberan re vekir, li Yekitiya Ewropayê krîzeke mezin a penaberan pêk hatibû.
 
Fikara Yekitiya Ewropayê ev e ku dîsa krîzeke wisa pêk were. Li gorî nivîsên di navbera saziyên YE de vê carê ev faktor li Lîbyayê hene. Di 16’ê çileyê de raporek ji Komîteya Siyaset û Ewlehiyê re hatiye şandin a ku welatên Yekitiya Ewropayê jî tê de ne. Di raporê de tê diyarkirin ku ji ber şerê navxweyî yê Lîbyayê dibe ku li peravên YE hejmara penaberan zêde bibe. Mîsyona bi navê Sophîa penaberên ji Lîbyayê dema wan li ser peravên Lîbyayê zeft dike, wan vedigerîne.
 
Tê diyarkirin ku ji ber şerê navxweyî yê li Lîbyayê zêde dibe, wê dîsa bi hezaran penaber bixwazin ji ser Behra Spî xwe bigihînin Ewropayê. Di raporan de tedbîrên tên diyarkirin û balê dikişînin ser vî tiştî ku divê aloziya li Lîbyayê piştguh nekin.
 
Di sala 2019’an de li Behra Spî herî kêm hezar û 262 penaber xeniqîn. Di sala 2015’an de mîsyona bi navê Sophîa hate avakirin. Ev mîsyon li dijî van kesan e yên ku bi penaberan li ser Behra Spî dixwazin bigihînin welatê Ewropayê. Tê diyarkirin ku bi vê mîsyonê di sala 2019’an de 45 hezar penaber li Behra Spî hatine dîtin.