Li derveyî Çînê ji ber vîrûsa Korona kesekî jiyan xwe ji dest da

  • 13:38 2 Sibat 2020
  • Cîhan
NAVNEDA NÛÇEYAN - Şewba vîrûsa Korona yekemcar li derveyî Çînê li Fîlîpînê rê li ber mirina kesekî vekir.
 
Rayedarên tenduristiyê yên Fîlîpînê ragihandin ku welatiyekî Çînê yê 44 salî ji ber şewba 2019-nCoV jiyana xwe ji dest daye. Hate ragihandin ku kesê jiyana xwe ji dest da ji bajarê Wûhanê bû ku vîrûs lê derkete holê.
 
Heta niha li derveyî Çînê nêzî 130 kesî li 20 welatan vîrûs bi wan re hatiye dîtin. Cara yekemîn e ku kesek li derveyî Çînê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dide. Herwiha li Çînê jî 45 kesên din ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê li welêt heta niha 304 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Çînê heta 1'ê Sibatê bi giştî 14 hezar 380 kesên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Li gorî daneyên rojek berê 2 hezar 590 kesên din bi vîrûsê ketin. Wîlayeta Hûbeî ku bajarê Wûhanê jî di nav de ye di karantînayê de ye. Nêzî 50 milyon mirov li herêma karantînayê ne.
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) roja Pêncşemê ji bo tenduristiya cemaweriyê li qada navneteweyî rewşa awarte ragihandibû.