Hejmara kesên ji ber vîrûsa korona mirin bû 170

  • 12:30 30 Çile 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ku ji ber vîrûsa korona ya li Çînê mirin derket 170. Hejmara kesên ku ji vîrusê bi bandor bûne jî bû 7 hezar 711.
 
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî a Çînê ji ber vîrûsê ji derveyî Herêma Xweser ya Tîbetê li gelemperiya welat hejmara miriyan derket 170. Hat ragihandin hejmara kesên ku ji vîrusê bi bandor bûne jî bû 7 hezar 711, ji wan rewşa hezar 370 kesan giran e.
 
Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin, hejmara kesên ku guman ji wan tê kirin ku ji vîrusê bi bandor bûne derketiye 12 hezar 167’an.
 
Her wiha Rêveberiya Programa  Lezgîn a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê civînek lezgîn li Cenevreyê li dar xist û bang li welatên cîhanê kir ku bi lezgîn ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê gavan bavêjin.
 
Vîrûsa korona heta niha Çîn, Tayland, Japonya, Sîngapûr, DYE, Awustralya, Fransa, Elmanya, Koreya Başûr , Malezya, Vîetnam, Nepal, Kanada, Kamboçya û Srî Lanka jî di nav de li 20 welatan hatiye tesbîtkirin.
 
Her wiha duh Endenozya û Brîtanyayê geştên xwe yên ji bo Çînê rawestandin.