Li Brezîlyayê ji ber barana ku bariya 30 kes mir

  • 12:36 26 Çile 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezîlyayê ji ber barana zêde ku bariya av rabû û hezaz pêk hat. Di encama keraseta ku pêk hat de 30 kesî jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Eyaleta Mîna s Graîs ya Brezîlyayê ji ber barîna baranê av rabû, hezaz pêk hat û di encamê de 30 kesî jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku li Eyaletê 2 hezar û 600 mal hatine tahliyekirin û 17 kes jî winda ne.