Li Yewnanistanê yekemcar jinek bû Serokkomar

  • 13:54 22 Çile 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li parlamentoya Yewnanistanê hilbijartina serokkomariyê pêk hat û care yekem jinek bû serokkomara welat.
 
Di dîroka Yewnanîstanê de cara yekem jinek bû serokkomarê welat.  Ekaterînî Sakellaropûlû ya 63 salî ku dadgereke di mijara hawirdorê de pispor e û seroka Dadgeha Bilind e, li parlamentê di dengdanê de ji bo serokkomariyê hat hilbijartin. Li parlamenta ku 300 endamên xwe hene 261 wekîlan dengê xwe dan Ekaterînî û di tûra destpêkê de ew kirin serokkomar.
 
Serokwezîrê Yewnanistanê Kiyrîakos Mîçotakîs, ji bo wezîfeya serokkomariyê ku bi giranî wezîfeyeke rûmetî ye Ekaterînî Sakellaropûlû pêşniyar kiribû. Ekaterînî  di heman demê de jin a destpêkê bû ku bu Seroka Dadgeha Bilind. Wê demê ji aliyê hikûmeta çepgir ve hatibû wezîfedakirin.
 
Li Yewnanistanê giraniya civaka baviksalariyê heye. Lê belê Kiyrîakos dibêje, "Dem hatiye ku Yewnanistan li paşerojê vebe. Di nava civaka Yewnan de hîn jî cihêkarî li jinan tê kirin. Lê belê ev yek êdî ji jorê dest pê dike û diguhere."