Greva li Fransayê di roja 42'an de ye

  • 12:22 15 Çile 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê, grevên bi banga sendîkayan li dijî reforma teqawîtiyê dest pê kirin dewam dikin. Tê payin ku grev bandoreke giran li sektora veguhastinê bike.
 
Hikûmet di reforma teqawîtiyê de temenê teqawîtbûnê 64 salî destnîşan kir. Tevî ku ev şertê xwe ji bo 'demekê' vekişand jî sendîka bi biryardarî li ber radibin.
Dawiya vê mehê wê hikûmet bi sendîkayan û nûnerên karsazan dest bi hevdîtinan bike. Beriya van hevdîtinan li sektora veguhastinê grev dewam dike. Greva di roja 42'an de ye. Xebatkarên şîrketa rêyên hesinî SNCF û şîrketa RATP ku veguhastina Parîs û derdora wê dike tevlî greva îro dibin.
 
Li gelek xetên metroyê ji ber grevê sefer kêm bûn, li gelekan jî wê di nava rojê de sefer neyên kirin. Li gelemperiya welat yek ji pênc parên seferên trena bi lez (TGV) û seferên TER ên herêmî, li derdora Parîsê jî yek ji çar seferên trenên herêmî hatine betalkirin. Li Fransayê ji 5'ê kanûnê ve li dijî planên reforma teqawîtiyê bi pêşengiya sendîkayan û yekitiyên xwendekaran sekne bi biryar tê nîşandan.