Keştî noqî avê bû 12 penaber xeniqîn

  • 16:35 11 Çile 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojavayê Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû, 12 penaber jiyana xwe ji dest dan. 
 
Ajansa Nûçeyan a Yewnanê ANA-MPA diyar kir ku 13 mîlan dûrî başûrê rojavayê girava Paxosê ya li Behra Îyonê keştiya penaberan noq bûye. Hat diyarkirin ku 21 kes hatine rizgarkirin û cenazeyê 12 kesan jî hatine dîtin.
 
Tê diyarkirin ku di keştiyê de nêzî 50 penaber hebûn.