Îranê ragihand ku bi şaşî balafira Ûkraynayê xistin e

  • 09:58 11 Çile 2020
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Îranê, ragihand ku bi şaşî balafira rêwiyan a Ûkraynayê xistin e. 
 
Rêveberiya Îranê, ragihand ku bi şaşî balafira rêwiyan a Ûkraynayê ku 176 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan, xistin erdê. Di 8’ê çileyê de balafira Boeing 737 a girêdayî Qada Hewayî ya Ukraniyayê dema ku ji Balafirgeha Xumeynî ber bi paytexta Ûkraniyê Kîev ve difiriya 40 kîlometreyan nêzî Tehranê ket xwarê. Hat ragihandin ku balafir piştî rabûnê 10 deqe şûn de ketiye xwarê. Di balafirê de 176 kesên heyî, jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê ragihand ku wan bi şaşî bi moşekê balafira rêwiyan a Ûkraynayê xistin e. Wezîrê Karê Derve yê Îranê jî anî ziman ku balafir bi şaştî hatiye hedef girtin û lêborîna xwe ji malbatên qurbaniyan xwest. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewaz Zerîfî jî lêborînê ji gelê Îranê xwest û got: “Me bi şaşî li mirov xist, em peşîman in. Em daxwaza lêborîn û sersaxiyê ji gelê xwe û malbtên qurbaniyên neteweyên din re dixwazin. DYA bû sedema vê yekê."