Li Îranê erdhej pêk hat

  • 10:00 8 Çile 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li nêzî tesîsên nukleerê yên Îranê erdheja bi pîleya 4,7 pêk hatiye. 
 
Li nêzî tesîsên nukleerê yên li Eyaleta Buşehreyayê ya Îranê  erdheja bi pîleya 4,7 pêk hat. Navenda Sismolojiyê ya Zanîngeha Tehranê diyar kir ku serê sibehê saet di 05.50'an de erdhej pêk hatiye. 
 
Derbarê qeyba can an jî mal de hîn tu daxuyanî nehat dayin.