Li Endonezyayê lehî rabû: 43 kes mirin

  • 15:30 3 Çile 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Endonezyayê piştî karesata lehiyê ya sala 2013'an ku bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan, yek ji karesatên herî giran rû da.
 
Li herêma Cakarta ya Endonezyayê bi destpêkirina sala nû re ji ber barana zêde lehî rabû û erd şemitî. Hejmara kesên ji ber vê karesatê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 43 kesî.
 
Ji ber barana zêde ya dawiya salê li herêma Cakarta ya ku nifûsa wê 30 milyon mirov e hin tax di nava avê de man. Wesayit bi ser hev ve hatin û zerar li avahiyan bû. Li gorî rayedaran hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 43 kesî. Der dora 10 kes jî winda ne. Nêzî 400 hezar kes jî hatin veguhastin û li stargehan hatin bicihkirin.
 
Av ji gelek herêman vekişiya û ji bo gelek herêman ceryan ji nû ve hat dayin.