Li Kazakîstanê balefira rêwiyan ket: 14 kesî jiyana xwe ji det da

  • 13:27 27 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kazakistanê balafireke rêwiyan ku 100 kes tê de bû, pîtî ku bi hewa ket bi demeke kurt ket xwarê. Di bûyerê de herî kêm 14 kesî jiyana xwe ji dest dan.
 
Li Kazakistanê balafireke rêwiyan ku 100 kes tê de bû, pîtî ku bi hewa ket bi demeke kurt ket xwarê. Li gorî daxuyaniya rêveberiya Almati, hat diyarkirin ku di bûyerê de herî kêm 14 kesî jiyana xwe ji dest daye û 17 kesên bi giranî birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê.  Qeza li nêzî herêma Kzyl-tû ya li bakurê rojhilat ê balafirgeha Almatiyê qewimî.
 
Alîkarê midûrê polîsan ê navçeya Talgar a Almatiyê Marat Kûçtîbayev got, "Yên sax mane hemû li saziyên tenduristiyê ne."
 
Balafirgehê di malpera xwe ya Facebookê de navê 60 kesên sax man weşand. Serokkomar Comert Tokayev jî anî ziman ku berpirsyarên bûyerê wê di çarçoveya qanûnan de bên cezakirin. Hikumeta Kazakistanê ragihand ku balafira şîrketa Bek Aîrê li dîwarê beton ketiye û diyar kir, "Li avahiyeke ji du qatan ket."
 
Bek Aîr xwe weke şîrketa ku bilêtên xwe herî erzan ên Kazakistanê pênase dike. Ev şîrket xwedî heft balafirên bi tîpa Fokker-10 in. Hikumeta Kazakistanê heta bidawîbûna lêpirsînê karê şîrketa Bek Aîrê bi temamî rawestand.