Li Erebistana Siûdiyê zewaca di bin 18 salî de hat qedexekirin

  • 10:10 24 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Adaletê ya Erebistana Siûdiyê li hemû dadgehan pêkanîna peymanên zewaca di bin temenê 18 salî re qedexe kir.
 
Li gorî Rojnameya Asharq Al-Awsat, Wezaretê Adaletê ya Erebistana Siûdiyê bi biryarnameyekê bang li tevahî dadgeh û aliyên têkildarî zewacê  kirine ku "Peymanên zewacê ji bo kesên temenê wan di bin 18 re be çênekin û li gorî biryarên madeya 16-3 tev bigerin."
 
Di biryarnameyê de tê gotin ku kesên li vê biryarê pêk neynin dê radestî aliyên peywendîdar bibin