'Li Iraqê xwepêşandêr tên înfazkirin'

  • 15:11 23 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Iraqê xwepeşandanên şermezarkirinê di meha sêyemîn de ne. Di meha dawî de gelek çalakger ji aliyê kesên 'nenas' ve hatin qetilkirin. Bi taybetî yên ku pêşengiyê ji çalakiyan re dikin dibin hedef.
 
Xwepêşandanên şermezarkirinê yên di 1'ê cotmehê de li paytext Bexdayê û bajarên Şîa Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Dîvaniye, Nasiriyeyê dest pê kirin, di 29'ê mijdarê de bûn sedem ku Serokwezîr Adil Abdulmehdî îstifa bike. Lê belê krîz dewam dike û derbasî qonaxeke nû bû.
 
Li gorî nûçeya ajansa ANF'ê di encama destwerdana hêzên ewlekariyê de heta niha nêzî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan û derdora 25 hezar kes jî birîndar bûn. Ji destpêka meha kanûnê ve li şûna destwerdana polîsan a li xwepêşandêran vê carê jî kesên nenas çalakgeran yek bi yek qetil dikin. Bi vî rengî gelek sûîqest pêk hatin.
 
26 çalakger hatin qetilkirin 
 
Endamê Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Iraqê Alî Bayatli der barê mijarê daxuyaniyek weşand û ragihand ku ji 1'ê cotmehê ve 26 aktîvîstên tevlî xwepêşandanên li dijî hikûmetê bûn bi sûîqestê hatin qetilkirin. 
 
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Necah eş-Şammarî di 15'ê mijdarê de daxuyaniyek weşand û ragihand ku ji qetilkirina hin xwepêşandêran "aliyê sêyemîn" berpirsyare û bêyî eşkere bike bal kişand ser Îranê.
 
Xwendekar li qadan bûn
 
Di vê navberê de li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê sê meh in xwendekarên zanîngehê çalakiyan dikin. Ji gelek bajarên başûrê Iraqê jî piştgirî ji xwendekaran re hate pêşkêşkirin û grevê dest pê kir. Xwendekar li bajarê Necefê daketin qadan û dest bi grevê kirin, li pêşiya deriyê zanîngehê kon vedan. Her wiha li Necefê hin saziyên dewletê kar nekirin.
 
Li bajarê Dîvaniyeyê ku greva giştî ahte ragihandin, çalakgeran ji bilî saziyên xizmeta tenduristiyê daîreyên dewletê hemû asê kirin. Li bajarê Zîkarê jî walîtiyê li dijî qewimîna bûyerek tundiyê betlane ragihand. Li bajarê Mûsenna û Kûtê jî bi banga grevê li gelek saziyên dewletê kar nehate kirin.
 
Krîz didome 
 
Di vê navberê de li şûna Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî hîn serokwezîrekî nû nehatiye destnîşankirin. Dema ku hate diyarkirin di 19'ê kanûnê de bi dawî bû. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji ber ku partiyan, lîsteyan û koalîsyonan li hev nekirine serokwezîrek diyar nekiriye. Ji bo Salih ê ku nekarî wezîfedarkirinê bike ji wezîfeyê bê dûrxistin ji Koalîsyona Bîna 50 parlamenteran pêşnûmeyek amade kirin. Tê gotin ku ev pêşnûme dibe ku krîzê kûrtir bike.