Çeteyên Boko Haram li Nîjeryayê herî kêm 14 gundî qetil kir

  • 16:15 18 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîjeryayê çeteyên Boko Haram êrîşî gundekî masiyan a li peravên Gola Çadê kir û herî kêm 14 gundî hatin qetil kir.
 
Hat ragihandin ku li hemberî rojavayê Gola Çadê êrîşek pêk hatiye. Li gorî daxuyaniya waliyê herêmê çeteyên Boko Haram li peravê gola Çadê êrîşî gundekî kir.
Di êrîşa li dijî gundê Kaîgayê de 14 gundî hatin qetilkirin, 5 gundî birîndar bûn û 13 kes jî winda ne.
 
Li Nîjeryayê ku Boko Haram bi taybetî êrîşî sivîlan dike, ji sala 2009'an ve 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Çete tevî Nîjeryayê li Nîjer, Çad û Kamerûnê jî komkujiyan dikin.  Çeteyên Boko Haram ji sala 2009’an û heta niha 27 hezar kesî kuştine û 2 milyon kesan jî ji ber wan koç kirine.