Li Fransayê çalakî dê heta serê salê bidomin

  • 13:26 18 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê li hemberî reforma teqawitbûnê grev hatibûn destpêkirin. 1,8 milyon kes tevlî greva sêyemîn bûn. Sendîkayan diyar kirin ku wê heta serê salê çalakî bidomin.
 
Greva sêyemîn a li hemberî reforma teqawitbûnê bi milyonan kes tevlî bûn. Ji hemû beş û sektoran kes û sendîka tevlî grevê bûn. Hate diyarkirin ku 1,8 kes tevlî grevê bûne. Li gorî Wezareta Karê Navxweyî 615 hezar kes tevlî çalakiyên li dehan bajaran bûne. Xwendekarên zanîngehan jî li gelek bajaran neketin dersan û wan jî diyar kirin ku ew jî li hemberî reforma teqawitbûnê ne.
 
Konfederasyonên sendîkayên CGT, FO, FSU û Solîdaîres ên çepgir diyar kirin ku wê çalakî bidomin. Di daxuyaniya hevpar a sendîkayan de hate gotin ku “Heta reforma teqawitbûnê were vekişandin, em ê çalakiyan nedin sekinandin.”
 
Îhtîmal heye ku vê berxwedana li hemberî reformê piştî sersalê jî bidome. Tê payîn ku îro Serokwezîr Edoûard Phîllîppe îro cihê cihê bi sendîka û kardaran re bicive. Phîlîppe wê sibê tevlî civîneke giştî bibe ya ku hemû alî wê beşdar bibin.