Li Rûsyayê ji bo jinan qanûna ‘mafê xweparastinê’ hat qebûlkirin

  • 13:20 17 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Rûsyayê qanûna derbarê xweparastina jinan de hatî derxistin qebûl kir. Li gorî qanûnê, ‘Eger jinek rastê êrîşa zayendî were, ji bo xweparastinê êrîşkar birîndar bike an jî bikûje wê ceza negire.”
 
Rûsya di serê welatên rêjeya şîdet, êrîşên zayendî û komkujî di asta jor de ye. Ji ber vê sedemê qanûneke nû ya girîng a rewatî dide parastina jinê, li parlamentoyê hat pesend kirin.
 
Qanûna nû li parlementoyê kete dengdanê û niha jî ketiye meriyetê. Di qanûnê de mafê xweparastinê ji bo jinan nas dike û tê gotin ku: “Eger jin bi êrîşa zayendî re rûbirû were û ji bo xweperastinê kesê êrîşkar birîndar bike anjî bikûje, wê ceza negire.”