Li Fransayê greva giştî didome

  • 10:31 17 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê gel dîsa xwe amade dike ku li hemberî projeya reforma teqawitbûnê dest bi grev û çalakiyan bike. Serokwezîr wê bi xebatkar û kardaran re bicive.
 
Li hemberî plana reforma teqawitbûnê hikûmetê di 5’ê kanûnê de îtîrazek kiribû. Wê îro jî gelek grev û çalakî werin lidarxistin. Wê şîrketa trênê ya SNCF û şîrketa RATP’ê ya veguhêziya li derdora Parîsê dikin, li gorî greva giştî tevbigerin.
 
Ji xeynî konfederasyonên CGT, FO, FSU û Solîdarîesê ku bi milyonan endamên wan hene, yekîtiyên wekî CFDT, CFTC û Unsa jî tevlî biryara greva giştî bûn. Wê rêxistinên xwendekaran ên wekî MNL, UNEF û UNL jî tevlî grevê bibin. Di vê çarçoveyê de wê li gelek zanîngehan çalakî werin lidarxistin. Ji ber grevê ji 5’ê kanûnê û vir ve seferên metro û trênê yên li derdora Parîsê hatine ber sekinandinê û ev jî hikûmetê ditengijîne.
 
Serokwezîr Phîllîppê yê ku ji ber bertekên xebatkaran tengijiye wê sibê bi sendîka û kardaran re bicive. Wê ji sendîkayan were xwestin ku ji ber Noelê û serê salê bila navberê bidin çalakiyên xwe. Tê diyarkirin ku sendîkayên çepgir ên wekî FO û CGT wê tawîzan nedin.