Li Derya Spî drameke din: Bi dehan penaber ji keştiyê hatin rizgarkirin

  • 09:53 17 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Derya Spî ku bi drama koçberan di rojevê de ye, bi dehan penaber ji keştiyekê hatin rizgarkirin, lê cesedê gelek penaberan hatin dîtin.
 
Hêzên ewlekariya peravê ragihandin ku dema li Derya Arboran a navbera Spanya û Fasê li dewriyeyê digeriyan keştiyek dîtin ku herî kêm 70 koçber tê de bûn. Li gorî çavkaniyên leşkerî cenazeyên herî kêm 7 kesan ên hewl didan xwe bigihînin Spanyayê hatin dîtin.
 
Li keştiya ku tê gotin şeva yekşemê noqî binê avê bû penaberên ji welatên Efrîkayê hebûn. Lê belê li gorî Camînando Fronteras ku alîkariyê dide koçberan, di keştiya noqî binê avê bû de herî kêm 24 koçber winda bûn. Li gorî vê komeleyê di wê keştiyê de herî kêm 100 kes hebûn. Her wiha hate gotin ku di nava kesên ji keştiyê hatin rizgarkirin de gelek jin û pitikek jî hebûn.
 
Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) a Neteweyên Yekbûyî ji sala 2014'an û vir ve herî kêm 25 hezar koçberên hewl dan xwe bigihînin Ewropayê jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 19 hezar ji wan li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes jî li xaka Efrîkaya rojava yan jî peravên Atlantîkê bûn qurbaniyên felaketan.
 
Di destpêka vê mehê de li peravên Atlantîk ên li Efrîkaya rojava herî kêm 62 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn.