Li Îranê binçavkirina welatiyan dewam dike

  • 12:48 16 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê xwepêşandanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de raporek aşkera kir. Rêxistinê diyar kir ku di xwepêşandanan de 304 kes hatine kuştin û hîn jî binçavkirin dewam dike.
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê xwepêşandanên dawî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek aşkera kir. Li gorî rapora Amnesty International tenê di 15 û 18’ê mijdarê de, di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 304 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Di rapora rêxistinê de tê gotin ku li gorî şahidên bûyerê, dewleta Îranê bi pîlanekê rê li mirovan girtiye ku behsa bûyeran bikin.
 
Her wiha rêxistinê da zanîn ku li gorî dîmen û şahidên bûyerê, hêzên Îranê bi awayek raste rast xwepêşanderan gule barandiye. Hate gotin ku di dema xwepêşandanan de bi hezaran xwepêşander, rojnameger, xwendekar û çalakvanên mafê mirovan hatine binçavkirin.
 
Li gorî rapora Amnesty di xwepêşandanan de 180’ê kesên hatîn binçavkirin, bi hêceta rêberiya xwepêşandanan kirine hatine binçavkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku metirsiya cezayê mirinê jî li ser van kesane heye.
 
Di dewama rapora Amnesty International de wiha hate gotin: “Dewleta Îran xetên înternetê qutkir û hewlda rê li ber belavbûna dîmen, wêne û nûçeyên xwepêşandanan bigre. Bi giştî 9 roj li Îranê înternet hate qut kirin. Li rexmê mehek bi ser xwepêşandanan re çûye, hîn jî hêzên Îranê li seranserê Îranê operasyonên binçavkirinê birêve dibe.”