Li Zelandaya Nû volkan teqiya: Gelek kes winda bûn

  • 12:50 9 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakurê Zelandaya Nû volkana bi navê Whîte Island teqiya, herî kêm 5 kes mirin.
 
Li Bakurê Zelandaya Nû di encama volkana bi navê Whîte Island ku teqiya, hat ragihandin ku herî kêm 5 kesî jiyana xwe ji dest daye. Serokwezîr Jacînda Ardern ku derbarê bûyerê de li Wellîngtonê daxuyanî da diyar kir ku dema volkan teqiyaye gelek tûrîst li giravê bûne û wan şopa hin tûrîstan winda kirine.
 
Polîsan jî diyar kirin ku dema volkan teqiyaye 50 kes li derdorê hebûne. Ajansa rêveberiya neteweyî ya rewşên lezgîn jî diyar kir ku teqandina volkanê ‘bi pîvan’ bûye. Ji ber pijiqandinê dûman ji gelek dûr ve jî hate dîtin. 
 
Whîte Island ji sedê wê 70 di bin avê de ye û volkana herî aktîf a Zelandaya Nû ye. Her sal 10 hezar tûrîst tên vê derê.
Herî dawîn di sala 2016’an de ji volkanê lav pijiqîbû.