Li Fransayê çalakiyan dest pê kir

  • 14:56 5 Kanûn 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê li dijî reforma teqawitbûnê çalakiyan dest pê kirin. Di çarçoveya greva hatî destpêkirin de bi qasî 250 çalakiyên navendî hatin kirin. 
 
Bi banga greva giştî ya sendîkayan welat felc bûye. Gihandiya rêya trênê (SNCF) 90 ji 100'î rawestiyaye, xetên metro yên Parîsê rawestiyan. Perwerdehiya netewî, organên medyayê, polîs, peywirdarên kombûna gilêşê, rafînerî, rêyên hewayî, sektora enerjiyê, agirkuj û gelek sektor ketin grevê.
 
Li gelek bajaran çalakî dest pê kir. Bi deh hezaran kes derketin kuçeyan. Tê payin nav rojê bi sed hezaran kes li dijî reforma malnişînbûnê derkevin kuçeyan. Li Parîsê ji bo trotînetên ku bi elektrîkê dixebitin neyên bikaranîn kesên nediyar kodên wan kirin rengekî ku xuya nekin. Ev jî, ji bo kesên ku dixwazin bi rêyên altarnatîf biçin û bên, ne baş bû.
 
Li herêma Domeyê xeta trêna bilez Parîs-Marsilyayê çalakiya sabotajê li TGV'ê kir. Ji ber sabotaja li şivên trênê, seferên trênê yên berdest rawestiyan. Rayedaran gotin ew ê lêpirsînê bidin destpêkirin. 
 
Li Parîsê rageşî zêde ye. Çalakger li hev kom dibin, hikûmetê dîsa komên anarşîst kirin hincet û tevdîrên bi ewlehiya jidiyayî stand. Li bajêr li ber gelek benqeyan eniyên xwe pêş bi texteyan girtin.
 
Partiyên çepgir jî destekê didin grevê. Partiya Komunîst, Partiya Sosyalîst, France Insoumîse û Keskan EELV diyar kirin ew ê tevlî çalakiyan bibin. Qutikzer ku ev ji salekê ye zêdetir e bandorê li Fransayê dikin, diyar kirin ku ew ê tevlî çalakiyan bibin.