Li Şîliyê rojnamegera jin li mala xwe bi awayê bigûman mirî hat dîtin

  • 11:33 25 Mijdar 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şîliyê rojnamegera ku çalakiyên protestoyê dişopand li mala xwe mirî hat dîtin. Dozgeriyê destnîşan kir ku dê bûyerê wekî cinayetê lêkolîn bikin. 
 
Hunermenda bi navê Danîela Carasco li Şîliya Latîn Amerîkayê hat kuştin û bi hovane cenazeyê wê hat teşhîrkirin. Hêj nîqaşên kuştina Danîelayê dom dikir rojnamegereke din a jin li malê mirî hat dîtin. 
 
Rojnameger Albertîna Martînez Burgosa 38 salî, li paytexta Santîagoyê di 22'yê Mijdarê li mala xwe bi awayê bi gûman mirî hat dîtin. Hat diyar kirin ku li ser bedana wê şopên şîdetê hene. Dozgerî bûyer wekî cînayetê nirxand û dest bi lêkolîn kir. 
 
Hat diyar kirin ku nêzî 5 hefte bû Martinez Burgos li Santiagoyê çalakiyên protestoyê dişopand û gelek dîmenên polîsên Şîliyê keşandi bû. Her wiha dozgerî mirina wê wekî cinayet nirxand. Dozgerî, diyar kir ku wêne û dîmên ku rojnameger kêşandine li malê nehatin dîtin. 
 
Li Şîliyê di serê meha cotmehê de heta îro li dijî bûhabûnê xwendekar dest bi çalakiyan kirin. Êrîşa polîsan a li hemberî xwendekaran bû sedema berteka gel û çalakiyên protestoyê her ku çu li welat belav bû. Heta niha di çalakiyan de 23 kes jiyana xwe ji dest da. Hezar û 218 kes jî birîndar bûn û 9 hezar 203 kes jî hatin binçavkirin. 230 kesên ku ji ber guleyên polîsan çavên xwe winda kirin.