Li Îranê zêdetirî 200 kes hatin kuştin

  • 12:43 19 Mijdar 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijî bilindkirina nirxê benzîn û siyaseta aboriyê berdewam dikin. Hêzên dewletê bi tundî êrîşê xwepêşandêran dikin û heya niha bi kêmî 200 xwepêşandêr hatine kuştin.
 
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê, xwepêşandana gelên Îran û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî bilindkirina nirxê benzîn, siyaseta aborî û desthilatiyê di roja 5’emîn de berdewam dike. Li gorî hinek çavkaniyan di  nava 4 rojên borî de, li seranserê Îranê 200 xwepêşandêr hatine kuştin û 3 hezar kes jî birîndarbûne.
 
Li gorî hinek çavkaniyên herêmî jî hejmara kuştî û birîndaran hîn zêdetire. Tê gotin zêdetir kes li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Kirmaşan, Ciwanro û Merîwanê hatine kuştin.
 
'Li Rojhilatê Kurdistanê 300 kes birîndar bûn'
 
Li gorî Tora Mafê Mirov ya Kurdistanê, tenê di nexweşxaneyek Kirmaşanê ya bi navê İmam Reza de cenazeyê 16 kesan heye û hejmarek zêde jî birîndar hene. Beriya wê jî 9 xwepêşandêr li Kirmaşan hatibûn kuştin.  Her wiha li gorî dîmenên li ser torên civakî belavbûne, li bajarê Ciwanro 14 û Merîwanê jî 12 kes hatine kuştin. Li bajarê Sine û Bokanê jî 2 kes hatine kuştin. Tê gotin hejmara birîndarên li Rojhilatê Kurdistanê 300 kes derbaz bûne û gelek birîndar ji tirsa girtin û revandinê, serdana nexweşxaneyan nakin.
 
'Cihên dewletê hatin şewidandin'
 
Li bajarên Tahran, Şîraz, Ehwaz, Tebrêz, Îsfahan û Meşhed jî xwepêşandan berdewam dikin. Tê gotin zêdetirî 100 bajaranên Îranê xwepêşan tên kirin. Li gorî medyaya muxalefetê, hinek taxên bajarên Şîraz, Kerec û Tahranê ketiye destê xwepêşandêran û hêzên dewletê jî raste rast gule bi ser wan dibarîne. Li gorî agahiyan hêzên dewletê nikarin bikevin wan taxan. Her wiha hejmarek zêde bank, navendên polîsan, baregehên hukmî, cihên dewletê ji aliyê xwepêşandêran ve hatine şewitandin.
 
'Înternet seranserê Îranê hatin qutkirin'
 
Ji ber ku hikûmeta Îranê xetên înternetê li seranserê Îranê qut kiriye, agahiyên baş nayên wergirtin. Li gorî hikûmetê, rewşa hinek bajaran arame û pirsgirêk nîne. Lê Wezareta Perwerde û Wezareta Navxweyî bi fermî ragihand ku ji ber rewşa ne aram, li gelek parêzgehan dibistan û zanîngeh hatine girtin. Bi taybet li Elburz, Şîraz û Tebrêz dibistan û zanîngeh hatine girtin. Hikûmetê heya niha li ser kuştina xwepêşandêran tiştek negotiye, lê piştrast kiriye ku li bajarên Tahran, Kerc, Kirmaşan û Şîrazê gelek fermandar û leşkerên wan hatine kuştin.
 
'Dewlet kiryarên xwe vedişêrin'
 
Li ser hejmara kesên hatine binçavkirin, hejmarek diyar nîne, lê li gorî nûçeyên di tora civakî de hatine belav kirin, heya niha li seranserê Îranê bi hezaran kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine binçavkirin û revandin. Her wiha tê gotin ku hêzên dewletê ji bo ku kiryarên xwe veşêrin, kesên birîndar dibin direvînin, cenaze jî desteser dikin.
 
Hîn jî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin.