Li Pakistanê di trêna rêwiyan de şewat: Herî kêm 62 kes mirin

  • 11:10 31 Cotmeh 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di şewata ku di trena rêwiyande derket, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 62 kes mirin û 15 kes jî birîdar bûn.
 
Li nêzî navçeya Liyakatpur a bajarê Rahîm Yar Han ê Pakistanê, di treneke rêwiyan de şewat derket. Hat ragihandin ku şewat ji ber tupê gazê yê ku rêwiyekî ji bo xwarinê bi kar aniye derket.
 
Di encama şewata ku derket de hat diyarkirin ku 3 vagonên trenê şewitîne û di encamê herî kêm 62 kes mirine û 15 kes jî birîdnar in.