Li Hindistanê 120 kesî ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da

  • 14:58 30 Îlon 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber barana mûsonê li Hindistanê lehî rabû û 120 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Li Hindistanê ji ber barana mûsonê ya sê rojan lehî rabû. Hat diyar kirin ku heta 120 kesî jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên xwecihî diyar kirin ku li eyaleta Ûttar Pradeşê herî kêm 36 kesan û li eyaleta Biharê jî 27 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di demên asayî de diviyabû barana Mûson di vê demê de li herêmê nebariya, lê belê bi rengekî neasayî li herêmê dibare.
 
Hate ragihandin ku li eyaleta Gûjarat û li başûrê Hindistanê baraneke dijwar dibare. Tê payin ku baran rojên bê dijwartir bibe.