Di nav hefteyekê de 2 hezar kes hatin binçavkirin

  • 15:41 27 Îlon 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand, li Misrê di nava hefteyekê de di xwepêşandanên dijî hikûmetê de nezî 2 hezar kes hatine binçavkirin.
 
Li Misrê hefteyeke li dijî Serokkomar Abdulfetah El Sîsî xwepêşandanên protestoyî tên kirin. Rayedarên Misrî der barê çalakiyan de yekemcar di pêncşemê de daxuyaniyek weşandin. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya serdozgeriyê di çalakiyên 20 û 21'ê îlonê de nêzî hezar kes hatin binçavkirin. 
 
Lê li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ji 20'ê îlonê dema destpêkirina xwepêşandanan ve 2 hezar kes hatine binçavkirin. HRW'ê destnîşan kir ku 60 jin û  zarok jî hatine binçavkirin. Midûra Rojhilata Navîn a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Sarah Leah Whitson got: "Xuya ye ku girtina bi rengekî girseyî û astengkirina înternetê ji bo astengkirina çalakiyan e."
 
HRW'ê xwest ku hemû kesên hatine girtin bên berdan û bang li rayedaran kir ku li gorî mafê kombûna aştiyane tevbigerin.