YE dê li ser penaberên ku di ser Yewnanîstanê re tên raweste

  • 11:18 24 Îlon 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran penaber di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê dibin. Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) doh li Maltayê civînek pêk anîn û der barê parvekirina penaberên gihîştine Îtalya û Maltayê de li hev nekirin. 
 
Li gorî dane û agahiyên dawî hejmara penaberên sala dawî di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê bûn zêde bûne. Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji 1'ê çileyê heta 22'ê îlonê hejmara penaberên ku bi awayê qaçax ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûn 41 hezar û 940 kes in. Ji wan 32 hezar û 685 kes ji deryayê yên mayî jî bi rêya bejahî derbasî Yewnanîstanê bûn.
 
18 hezar penaber bi rêya bejahî derbas bûn
 
Di daneyên UNHCR de hat destnîşankirin ku hejmara penaberê di sala 2017'an de bi 36 hezar û 310 kesan gihîşt asta hejmara penaberên salên 2010'an, bi taybetî ji havîna 2018'an ev hejmar zêde bûye. Di sala derbasbûyî de 32 hezar û 500 penaber di deryayê re, her wiha 18 hezar penaber jî bi rêya bejahî ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bûbûn.
 
Encamên balkêş derketin holê
 
Ji havîna 2018'an ve mehane nêzî 3 heta 4 hezar penaber derbasî Yewnanîstanê bûn. Di havîna 2019'an de ev hejmar du qatên xwe zêde bû. Penaberên ku tenê di deryayê re derbas bûn di tîrmeha 2019'an de li derdora 5 hezar û 842 kesan e, di tebaxa 2019'an de jî ev hejmar 8 hezar û 334 kes bûye. Hejmara penaberên ku di nava 22 rojên vê mehê de derbas bûn balkêş e. Heta 22'ê îlonê 8 hezar û 360 penaber derbasî giravên Yewnanîstanê bûn.
 
Rojeva yekem dê bibe penaberî.
 
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) doh li Maltayê civînek pêk anîn û der barê parvekirina penaberên gihîştine Îtalya û Maltayê li hev nekirin. Lê belê tê fêhmkirin ku rojeva herî girîng a heftê û mehên bê ya Yekîtiya Ewropayê wê penaberên di ser Yewnanîstanê re tên be.
 
Yek ji kesên ku bi rengekî tund li dijî peymana penaberan a navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê derdiket endamê Partiya Yekîtiya Sosyal a Xiristiyan a Elman (CSU) Manfred Weber bû. Lê belê wî jî beriya çend rojan diyar kir ku ew alîgirê peymanê ye.