Parêzer, pîlot û bijîşk li Parîsê dadikevin kolanan

  • 11:49 16 Îlon 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê li hemberî reforma teqawitbûnê ya hikûmetê eniyeke mezin ava bû. Parêz, bijîşk, pîlot û hostes di serî de gelek karker û xebatkar dê îro dakevin kolanan.
 
Hikûmeta Fransayê dixwaze pergala teqawitbûnê biguherîne. Xebatkarên pîşeyên serbest jî bi fikar in ku wê avantaja xwe ya teqawitbûnê ji dest bidin. Bi vê armancê li Parîsê îro di saet di 13.00’an de li qada Operayê meşeke mezin bê lidarbixin.
 
Beriya meşê kolektîfeke mezin hate avakirin. Di vê kolektîfê de 14 pîşe hene. Kolektîfa bi navê SOS Retraîtes got ku “Di dîroka vî welatî de wê cara pêşîn parêzer, xebatkarên tendirustiyê û karkerên veguheztina hewayî li hemberî vê projeyê bi hev re bimeşin.”
 
Roja Înê jî li Parîsê grevek hatibû kirin. Di 12 salên dawîn de cara pêşîn greveke wisa mezin hate kirin. Hikûmet diyar dike ku wê pêşnûmaya guherandina vê pergala teqawitbûnê saleke din were meclîsê hewl dide nerazîbûnan nerm bike lê ji niha ve gelek rojên çalakiyan hatine diyarkirin.
 
Sendîkaya FO’yê ji bo çalakiya di 21’ê îlonê de bang kir û tê payîn ku tevgera sendîkayî ya bingehîn di 24’ê îlonê de xwe bide diyarkirin. CGT, Solîdaîres û FSÛ bangî çalakiyên di asta neteweyî de kir.