Yewnanîstan li sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re tedbîrên ewlehiyê zêde dike

  • 11:02 1 Îlon 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara penaberên ku diçine Yewnanîstanê zêde dibin hikûmetê biryar da ku sînorên bi Tirkiyeyê re tedbîrên ewlehiyê zêde bikin û bi alîkariya YE û NATO'yê wê cihên çavdêrîkirinê werin avakirin.
 
Van salên dawiyê hejmara penaberên ku di ser Tirkiyeyê re diçûn Yewnanîstanê kêm bûbûn lê van rojên dawî dîsa zêde bûn. Pêrşemba bihurî ji 500'î zêdetir penaberên ku bi bota ji Tirkiyeyê derketibûn gihabûn Girava Midilî. Li ser vê Konseya Karê Derve û Berevaniyê yê hikûmeta Atînayê bi lezgînî civiya û li dijî penaberan deryasayî gelek biryar stand. Di serê van biryaran de, ku çapemeniya Yewnan da, girtina sînorê Tirkiyeyê ya bi rengekî şîdiyayî û her wiha avakirina cihên çavdêrîkirinê heye, ku wê derbasbûna penaberan asteng bike.
 
Rayedarên Yewnan bi alîkariya Ajansa Ewlehiya Sînor (Frontex) a Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATO'yê plansaziya wê dike ku kontrolên ser sînor zêde bike. Her wiha hikûmetê biryar da ku penaberên ku hê serlêdana wan a penaberiyê nehatiye qebûl kirin û hê jî li Yewnanîstanê werin girtin, kontrolên polîsan werin zêdekirin. Hikûmet plansaziya wê dike ku pêvajoya serlêdana penaberiyê jî kintir bike û îtîraza redkirina serlêdanê jî were rakirin.
 
Li rojhilatê Yewnanîstanê li navendên li giravan ji 21 hezarî zêdetir penaber hene. Li girava Midilî ku kapasîteya wê 3 hezar penaber e, 10 hezar penaber bi şertên giran dijîn. Hatina koçberan a ji Tirkiyê yabi rêya deryayê û bejahiyê fikarê bi rayedarên hikûmeta Atînayê re çêdike. Ji ber ku Tirkiyê kontrola ser sînor nerm kiriye penaberên ku bi rêyên der yasayî derbas dibin zêde dibin.