Piştî teqînê îzotopên radyoaktîf hatin tespîtkirin

  • 13:33 26 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 8’ê tebaxê de li herêma Arkhangelska Rusyayê teqînek pêk hatibû û 5 kes jiyana xwe ji dest dabû. Hat diyar kirin ku piştî teqînê îzotopên radyoaktîf hatine tespîtkirin.
 
Ajansa Meterolojiyê ya Rûsyayê diyar kir ku di serê meha tebaxê de li tesîseke leşkerî ya li bakurê welat teqînek pêk hatibû û piştî teqînê îzotopên radyoaktîf hatine tespîtkirin. Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kiribû ku ew çekên nû diceribînin lê diyar nekir ku kîjan pergala çekan tê ceribandin.
 
Ajansa Meterolojiyê diyar kir ku ewrê radyoaktîf a piştî parçebûna îzotopan jêderka radyasyona li Severodvînskê ye. Hate diyarkirin ku îzotopên hatine tespîtkirin strontîûm-91, baryûm-139, baryûm-140 û lanthan-140 e. Li gorî pisporên nukleerê yên DYE’yê di dema ceribandina fuzeyekê de ya ku bi nukleerê tê firandin, ev teqîn pêk hatiye.
 
Saziya Norwecê Norsar a ku erdhej û teqînên nukleer tespît dike, roja înê diyar kir ku piştî vê teqînê teqîneke din jî pêk hatiye lê rayedarên Rûsyayê teqîna duyemîn red kirin.