Beriya civîna G7’an bi dehan kes hatin binçavkirin

  • 10:40 24 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya Civîna G7 ku wê li Fransayê were lidarxistin, xwepêşandan hatin kirin û di şerê derketî de gelek kes hatin binçavkirin û hatin derpkirin. 
 
Îro wê li bajarokê Bîarrîtz yê girêdayî bajarê Pyrênêes-Atlantiques Civîna G7’an were lidarxistin, beriya civînê gelek çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di navbera xwepêşandêr û polîsan de şer derket, bi dehan kes hatin binçavkirin.
 
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Waliyê Pyrênêes-Atlantiques hatî kirin, şevê din ji saet 22:00’an ve 17 çalakger hatine binçakirin. Li bajarokê Ûrrûgne yê li sînorê Îspanyayê ku nêzî Bîarrîtze di mudaxaleya kesên li dijî civînê de herî kêm 4 polîs jî birîndar bûne.
 
Walitiyê diyar kir ku li herêmê di navbera 100 û 200 karkerên rêya A63’an û polîsan de şer çêbûye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser mudaxaleya polîsan çalakgeran bersiv daye û polîsan jî bi bombeya gazê mudaxale kiriye. 
 
Îro wê Civîna G7’an were lidarxistin ji bo wê 13 hezar polîs û cenderme hatine erkdarkirin.