Kaptana Elman Pîa Klemp: Pêwîstiya min bi xelatê nîne

  • 12:07 23 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kaptana Elman Pîa Klemp ku ji ber rizgarkirina penaberan li Derya Spî li Îtalyayê tê darizandin, ji bo xelata Şaredariya Parîsê ya ku dixwest bidin wê wiha got: "Pêwîstiya min bi xelatên we nîne" û xelat red kir.
 
Bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê rastgir ê Îtalyayê Matteo Salvînî meha hezîranê li dijî kaptana Elman Pîa Klemp doz hatibû vekirin. Dadgeriya Îtalyayê Klemp sûcdar dike, ku 'bi rêyên qaçax penaber gihandiye Îtalyayê û di vê yekê de alîkarî kiriye'.
 
Dadgeriya Îtalyayê dixwaze kaptana Elman bi 20 salan cezayê girtîgehê ceza bike. Konseya Şaredariya Parîsê jî xwest xelatekê bide Pîa. Lê belê Pîa Klemp a ku tê texmînkirin bi keştiya xwe 'Sea Watch' nêzî 5 hezar penaber rizgar kiriye, wergirtina 'Xelata Bajarê Parîsê' red kir ku xelat ji bo kesên li dinyayê ji bo mafên mirovan têdikoşin tê pêşkêşkirin.
 
'Li hemberî penaberan tundiyê dikin'
 
Pîa Klemp nameyek li medya civakî weşand ku ji bo Şaredara Parîsê Anne Hidalgo nivîsî bû û diyar kir, ku ew wergirtina xelata Parîsê qebûl nake. Kaptana Elman siyaseta Şaredar Hidalgo ya der barê koçber û penaberan bi tundî rexne kir û wiha got: "Ji ber ku li Derya Spî mirovan rizgar dikim hûn dixwazin bi vê xelatê nîşan bidin ku piştevaniya min dikin. Lê belê polîsên we li dijî mirovên bê mal, li dijî xwepêşandêran û li dijî penaberan bi her rengî tundiyê dikin."
 
Pia Klemp anî ziman ku mirovên alîkariyê bi mirovan re dikin pêwîstiya xwe bi xelatan nîne û wiha axivî: "Pêwîstiya me bi wan saziyan nîne ku biryarê li ser 'kî leheng e, kî ne qanûnî ye' werbigire. Pêwîstiya me bi azadî û mafan heye. Zanim ku hûn matmayî nemane ji ber ku min xelata we red kir."
 
'Li dadgehên Îtalyayê natirsim'
 
Polîsên Îtalyayê di havîna 2017'an de avêtibûn ser keştiya 'Luventa' ku li derveyî hikûmetan bi saziyên alîkariyê dixebite û der barê Pîa Klemp de lêpirsîn dabûn destpêkirin. Klemp diyar kiribû ku ew ji doza li dadgehên Îtalyayê natirse û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tenê ji tiştekî ditirsim. Ji ber ku Îtalyayê sînorên xwe li keştiyên alîkariyê asê kiriye wê li Derya Spî hîn bêhtir penaber bimirin. Eger mafên mirovan ji bo her kesî nebe ji bo kesî nîne."