Parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî biryara tecrîda zarokan dan

  • 11:45 22 Tebax 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ABD'ê ji 1997'an de zagona di meriyetê de ye ew ê bê rakirin û zarok dê êdî bê dem li navendên stargehê bên girtin. Parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî biryara tecrîda zarokan dan.
 
Wezareta Ewlehiyê ya Navxweyî ya ABD'ê ragihand ku zagona zarokên ji 18 salî biçûktir yên li navendên stargehê tên girtin, ew ê bê rakirin. Li gor pergala nû dê zarok êdî bêdem li navendên stargehê bên girtin û destûr nayê dayin ku derkevin. Parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku şerdên li navendên stargehê li dijî rûmeta mirovatiyê ye.  
 
Zarokên koçber ji malbatên wan tên qutkirin
 
Rêveberiya ABD'ê sala borî zarok ji malbatên wan qut dikir û dibir navendên wekî din. Ji ber di raya giştî de bertek nîşanî vê pêkanînê hat dayin loma di nava şeş hefteyan de dawî li vê pêkanînê hatibû anîn. Lê Rêxistina ACLU'yê da zanîn ku li sînorê Meksikayê bi hezaran zarokên koçber ji malbatên xwe hatine qutkirin. 
 
Serokê ABD'ê Donald Trump,  anîbû ziman ku ew dixwaze dawî li pêkanîna dema zarokek hemwelatiyê welatekî din be û li ABD'ê bê dinyayê wê demê dibe hemwelatiyê ABD'ê jî, bîne.